Lyrics

Heps û zindan kûr û tarî xewa min nayê Ji eşq û evîna gulê ketme belayê Gula min vebû bîn dabû serê çiyayê Min go gulê were vir, go ez bêwext nayêm Gula min kesk û sor heyran gula min geş e Gula min bi xelkê tal e bi min pir xweş e Dunya li ser me ron heyran bextê me reş e Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimeşe Gula min rengîn e heyran gul sor û zer e Hebs û zindan tê ez rizyam gul bê xeber e Gula min bindest e heyran bi kul û keser e Dest ji gulê bernadim can bidim ser e Gula min tu xeyidî min guneh çêkir Te ji min re çi got û min can û dil kir Mal û can dabû ser heyran gelek hindik kir Rêka min gelek dûr bû va işqê kin kir
Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out