Lyrics

Dema bavê min hîn sax bû Şevek ez çûm cem, dil bi pirs bû Min got bavo xelk dibên hûn mihacir in Bê ax û qad û bê mal in Ka metên me, pismamên me Ka rez û dehl û darên me Radimûsim herdû destên te Qey tune bû sêv û gêlasên me Bavê min got wer keçkoka min Ez kalekî heftê û heşt sal im Got kê dîtiye kalê bi guhar Kê dîtiye pîra bi xirxal Emir diçe weke par û pêrar Em teyrên xerîb koç dikin hercar Emir diçe weke par û pêrar Em teyrên xerîb koç dikin hercar Min go bavo qet neçûme welat Nedîtime qet berfa sibat Şevên dirêj, çîrokên civat Nelîstim pêncok û xar û kaf Ber derê xelqê weke xerîb Bê dost û yar û bê hebîb Rojek bê tirs û bê pirsan Nebûm mêvana ap û xalan Destê min girt, xist destên xwe Got yê koçber, feqir û jar e Got kê dîtiye kalê bi guhar Kê dîtiye pîra bi xirxal Emir diçe weke par û pêrar Em teyrên xerîb koç dikin hercar Emir diçe weke par û pêrar Em teyrên xerîb koç dikin hercar Ka rezên me Ka darên me Ka metên me Ka pismamên me Ka rezên me Ka darên me
Writer(s): Rewşan Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out