Lyrics

Ez ê çi bikim, ne ewrek im ku bibim baran û vî agirî lê vemirînim Na na, wele ez ne bayekî gur im û vê reş dûxanê lê biqewitînim Dibêjin alayek xenzîr hatin ber deriyê mala bavê min ji bo dojehê xwînê dirjînin Lê lê vê sibehê ez ê lorîka berxa xwe Cemîlayê lê binuhurînim Dibe ku gaziya min alan bide û qesra hezar derî ji binî de hilweşînim, lê hilweşînim Dibe ku gaziya min alan bide û qesra hezar derî ji binî de hilweşînim, lê hilweşînim Lê lê berxe, ev çi havîn e bayê berfê lê dûr dixîne? Wa malîno, em ê biçin qontara Çiyayê Cûdî, wa gav bi gav hêlîna deynin Ne bes be em ê gazîkin temama Kurdistanê li warê xwe lê bicivînin Ez ê ji bo birîna Cemîla ya xwe parçeyek cemed lê ez ê bînim, lê ez ê bînim Ez ê ji bo birîna Cemîla ya xwe parçeyek cemed lê ez ê bînim, lê ez ê bînim
Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out