Similar Songs
Credits
PERFORMING ARTISTS
Jan Arslan
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Jan Arslan
Composer
Bro Omerî
Songwriter
Lyrics
Keça perî, wa da derî
Hiş çû j'serî, wexta seher
Digeriya, li her çiya
Keçperiya, bi bask û per
Digeriya, li her çiya
Keçperiya, bi bask û per
Gula zinar
Derket ji xar
Min nû dît, yar
Bi tac û dar
Lêvên şêrîn, bûm har û dîn
Kirim bê vîn, işqa dîlber
Çav kil dida, perde hilda
Heyv li çarda, şev ronî da
Çav kil dida, perde hilda
Heyv li çarda, şev ronî da
Çavxezalê
Camzelalê
Bi ava xemrê
Hiş bir ji ser
Por li ser mil, kezî bi gul
Tîr avêt dil, dil bûye kul
Keça ciwan, lêv erxewan
Ji gewheran, taca li ser
Por li ser mil, kezî bi gul
Tîr avêt dil, dil bûye kul
Keça ciwan, lêv erxewan
Ji gewheran, taca li ser
Ji gewheran, taca li ser
Por li ser mil, kezî bi gul
Tîr avêt dil, dil bûye kul
Keça ciwan, lêv erxewan
Ji gewheran, taca li ser
Por li ser mil, kezî bi gul
Tîr avêt dil, dil bûye kul
Keça ciwan, lêv erxewan
Ji gewheran, taca li ser
Ji gewheran, taca li ser
Ji gewheran, taca li ser
Writer(s): Yildirim Ibrahim (bro Omeri), Kiaram Tedzhoev
Lyrics powered by www.musixmatch.com