Lyrics

Bihar xweş bû yadê min herimandin Gul û çîçekê 'emrê min çilmisandin Hingî min dert kişan derda ez qewirandim Ma ne bese ez tenê me lê yadê. Min gelek hêsir barand ji bo cana Ez bi derdê mezin hatim dewrana Lewma baweriya min tine însana Ma ne bese ez tenê me lê yadê Dinya ev be parek ji min re namîne Felek pir bext reş e bi min re xayîne Heq û canêm diêşe kesek nabîne Ma ne bese dilê'm diêşe lê yadê Dinya ev be parek ji min re namîne Felek çi zalime min re xayîne Haho canêm diêşe kesek nabîne Ma ne bese canê'm diêşe lê canê
Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out