Similar Songs
Lyrics
Serê xwe dê danêm xew min nakeve
Şev û rojan naqetînim ez bê te
Sal wê tên û diçin li ser emrê min
Ez dîn kirim berdam dinê çavê te
Ez ê bimirim bi derdê te
Bi eşqa te çavreşa min
Bi kulê te delala min
Bi xemê te şîrîna min
Girtin destê te û ji min standin
Xewnên şevan ji ber min de revandin
Tu nizanî ez bê te dîn û har im
Herçar aliyê dinyayê te ez gerandim
Carek were ku ez jî te bibînim
Sebra dilê xwe ez ê bi kê bînim
Derd û kulê dilê xwe ji kê re bêjim
Birîna te çawa dil da derxînim
Lyrics powered by www.musixmatch.com