Lyrics

Kurdistan Deşt û şaxên te rengîn in Baxên gulan baxên gulan Kurdistan Kanî û maxên te zengîn in Kanîyên zêran kanîyên zêran Kurdistan Çem û robarên te şêrîn in Avên jîyan avên jîyan Ax Kurdistan Ax Kurdistan Ax Kurdistan Ax Kurdistan Niştiman Karkerên te raperîn e Wek qehreman wek qehreman Niştiman Keç û xortên te gihane Şêrên çîyan şêrên çîyan Niştiman Zarokên te tev şîyar bûn Bûn şoreşvan bûn şoreşvan Ax niştiman Ax niştiman Ax niştiman Ax niştiman Kurdistan Ewrê reşî ser te rabû Mij û moran mij û moran Kurdistan Sîng û berê te xuya bû Bax û bistan bax û bistan Kurdistan Nav û dengê te belav bû Nava cîhan nava cîhan Ax Kurdistan Ax Kurdistan Ax Kurdistan Ax Kurdistan Ax Kurdistan Ax Kurdistan
Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out