Lyrics

Xezal Xezal oy hayê hayê... Îro minî dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê... Ezê van kulê dilê'm heya îdare bûye ji te re bibim Cem aşiq û cem hozana, oy cefayê... Gelî gûndyan û cîranan ma hun qey nizanin Rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezala min xeyidiye gelî gûndyan û cîranan Ezê nizanim çima va qîza seba çiye hoy nayê rayê... Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa Belê meriyê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal Îro minê bala xwe didim çiyayê zozana Çiyayê Sîpanê xelatê berfê lêkir oy cefayê Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê berfê lêkir oy xezal Dîsa min dît bilbilê malxirab, Min dît di qûntara çiyê de hêlîn çêkir oy cefayê Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû Sala îsal mêrê heram ra bû lolo dawe lê kir. Xezala min biyan e Gelî gûndyan û cîranan ezê nizanim çima va qîza seba çiye hoy... nayê rayê Xezal biyan e oy Xezal, biyanî zor e oy cefa Belê mêrê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal De min go Xezalê rebenê neçe avê way way De min go Delalê rebenê neçe avê way way Wê bê pêşiya te delalê siwarê axê way way Wê bê pêşiya te delalê siwarê axê way way Wê ji te bistînin rebenê kembera navê way Wê ji te bistînin delalê kembera navê way Xezal xezalê rebenê keça Kurda ye way Xezal xezalê delalê keça Kurda ye way Xezalam egît e lê lê pişta mêra ye way Delalam egît e lê lê pişta dayîka ye way Ezê Xezalê nadim qe tu kesa ye way Ez kim delalê nadim qe tu kesa ye way Ez Xezala xwe tu nadim qe tu kesaye way Çavê Xezalê belekê'm welata ye way Çavê Delalê belekê'm welata ye way
Writer(s): Dp, Sivan Perwer Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out