Credits
COMPOSITION & LYRICS
Wêran Wêran
Songwriter
Lyrics
Bira li we naveşêrim
Dilê min yê girtîye
Serxiweşim gêj û hêrim
Dilê min yê girtîye
Bira li we naveşêrim
Li vê daristana bêrehim
Rîvî bim yan jî şêr bim
Dilê min yê girtîye
Li daristana tijî darvan
Tijî dav û nêçîrvan
Li daristana tijî darvan
Tijî dav û nêçîrvan
Nîşan bim yan jî sêr bim
Dilê min yê girtîye
Li va rujên geşên diburin
Li va şevên reşên naburin
Rêvîng bim yan şevgêr bim
Dilê min yê girtîye
Li pîre Zivistana xeman
Li bin hetava êş û dardan
Befira duhî yan pêr bim
Dilê min yê girtîye
Digrîm girî ne bi rîyane
Kê gutîye neya mêrane
Zaruk bim yan jî mêr bim
Dilê min yê girtîye
Li heyî û li zengîniya vînê
Li neyî û li hejarîya jînê
Birsî bim yan jî têr bim
Dilê min yê girtîye
Writer(s): Weran Weran
Lyrics powered by www.musixmatch.com