Lyrics
Ev çi jiyanek tariye
Nema roj dertê ku em ronahiyê biıbînin
Ken xwe ji lêva veşartiye
Girî xwe 'li şunê daniye
Hêsira hêvî ji pêşiya çav wendakirye
Dil melûl û jarkiriye
Cıvat hiliyaye dayik û bav dest 'li ser devin
Bê dengin
Hesret ne berî mirinê û ne piştî mirinê pêktên
Jiyanek xav ne reng ne jî deng
Ev çi jiyanek gûnehkare
Were renga bide jînê
Ta go geş bibe jiyan
Em westiyan ji vê xwînê
Gazî dike dervî rehan
Were renga bide jînê
Ta go geş bibe jiyan
Em westiyan ji vê xwînê
Gazî dike dervî rehan
Hey xweda tu li kuyde ma
Baweriya me bi tişkî nema
Hey xweda tu li kuyde ma
Baweriya me bi tişkî nema
Çiqas dewran ji mere divê
Em bi şahî te himêz kin
Ma çend qurban ji tere divên
Li bin gavên te em rêzkin
Çiqas dewran ji mere divê
Em bi şahî te himêz kin
Ma çend qurban ji tere divên
Li bin gavên te em rêzkin
Hey xweda tu li kuyde ma
Baweriya me bi tişkî nema
Hey xweda tu li kuyde ma
Baweriya me bi tişkî nema
Gelek mînakên negotî pêktên
Minaka weke noka 'li kevir keve pêkhatiye
Xuşk ú bira dayik ú bav
Ji hev durmane
Ta bi miriyan bê qîmet bune
Wan runiştî di gorde vedşèrın
Tu dibê axê ji vê zemînê barkiriye
Êşé zora emir biriye jê mestir buye
Zarokên heftsalî ji dêvla lîstoka
Xemgîniyê di derguşê xwe de dihejînin
Ji ber çarenus wendaye
Pêşeroj ne diyare
Ev çi jiyanek sexte xwe daye pêş
Me tirs avêt ji dilê xwe
Hew vedgere koledarî
Were em hildin ser milê xwe
Ala sipî bi dildarî
Me tirs avêt ji dilê xwe
Hew vedgere koledarî
Were em hildin ser milê xwe
Ala sipî bi dildarî
Hey xweda tu li kuyde ma
Baweriya me bi tişkî nema
Hey xweda tu li kuyde ma
Baweriya me bi tişkî nema
Ma kû 'li şuna avahiyê navpalma
Daristan bana wê çend gul û dar
li ser vê axê reng vedabana
Hêviyê çend evîndara di bin
bimbar dumanê de bun arî
Bi guliyê jêkirî li ser wan
Konên heft stun hatin vegirtin
Li pê çuna wan
Ev jane derdekî bê dermane ne jiyane
Poz kulavên ku nan ji destê wan nedihat girtin
Îro ewjî di xuleya li ser giyanén qhremanan disekin
Çavê wan dikenin kêfxweşiya cikî vala dikin
Ê ev jane ne jiyane
Reşe qetrane qetran
Writer(s): Lorens Amude
Lyrics powered by www.musixmatch.com