Lyrics

Em koçerên riya dûr in Birîndar in birîn kûr in Tî û birçî li van çolan Pîr û kal in, jin û hûr in Lorî lorî lorîka min Sebr û arama jîna min Tu dihelî li ber çavê min Çare nayê ji destên min Wekî devan çav sor kirin Bî napalim êrîş kirin Bihar tarî û reş kirin Canê şêrîn hev par kirin Kurêm canê şêrîn biha Erzan diçe îro wiha Ev mirina bi vî rengî Gelek tal e zor û zula
Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out