Lyrics

Gohdarvanên hêja, roj baş Navê min Rêzan'e û hûn li Radyo Hîphopakurdî dihesînin Ezê îro bernama xwe bi stranekî nû destpêkim Fermo Ado û Zara hevalên herî baş bûn Azadîya welat ji bo wan armanç bû Dilê wan ji bo Kurdistanê lêdida Dixwestin biçin serê çîya û bibin gerîla Zara wek ciwanek hêja dihat naskirin Di nav gelê xwe de gelkî dihat hezkirin Derew û xerabî, tûne bû li ba wê Tenê azadî bû armanca wê heta roja dawî Ado jî wulo bû, tu ferqa wî tune bû Maşallah ji Xwedê re, bi aqil bû weke şêr bû Ciwanêkî delal, herkes ji wî hezdikir Û tu carî jî hevalên xwe ji xwe aciz nedikir Rojek hat û ev herdu heval qerar dan Şervanî hevîyek mezin xistibû nava wan Ado go "YAN MIRIN", Zara go "YAN KURDISTAN" Û tu tişt wan ji rêya wan venedigerand Hebû tûnebû du ciwanên Kurd hebûn Navê wa ciwana Ado û Zara bû Yek bû hevîya wan, yek bû xewna wan Kurdno werin goh bidin li dîroka jîyana wan Rojekî Zara ji Ado re mesajek şand Û go "Heval xwe amade bike, wextê me hat" "Neha here xatir bixwaze ji malbat" "Û dû re were ba min, emê vegerine welat" Ado kêfxweş bû yekser bazda çû mala xwe Mîzgîna xwe da wan û xatir xwest ji dê û bavê xwe Go "Yade, yabo, bi xatirê we ez diçim" Belkî şehîd bikevim lê ezê we serbilind bikim Dû re destê wan maç kir û danî ser serê xwe Hevdu hembêz kirin û çante avîst ser milê xwe Bavê wî go "Here lawo, rêya we vekirî be" "Heta azadî newî welat, tu jî newe" Ado ji mal derket ku herî ba Zara Hinek çû û di rê de Sebastîyan rast hat Sebastîyan yekî gelkî saxtekar bû Esrarcî û xayîn û mirovekî xerab bû Hebû tûnebû du ciwanên Kurd hebûn Navê wa ciwana Ado û Zara bû Yek bû hevîya wan, yek bû xewna wan Kurdno werin goh bidin li dîroka jîyana wan Sebastîyan Ado sekînand û go "Evar baş" Nîyeta wî bû ku Ado bixî rêya şaş Bi kokaîn û haş, ket bin aqlê Ado Go "Birako, ji te miftê arebê min bajo" Ado pêşî go "Na", lê bi zorî hat xapand Dû re suwar bûn û Ado arebê wî şixuland Sebastîyan haşîşê xwe derxist û pêçand Pêşî yekî da Ado piştre jî yekî bi xwe kişand Zara jî wê çaxê xatirê xwe xwesti bû Neha jî, li ber male, li benda Ado hazir bû Saetê xwe nert û go "Gelo Ado li ku ma?" Hevalê xwe meraq kir û telefona wî gerîya Rewşa Ado yî delal, pir bi êş bû Serê wî gêj bû û ber çavên wî reş bû Welhasil, dîsa haşîş kişand û pel gazê kir Bi derbekî qontrola xwe wenda kir û qeza kir Were lawo Wer egîdo Berxê mino Heyrana te lawo... Zara: Alo Ado? Li wirî? Heval, li kudere yî? Tu çima napeyîve? Ado: Alo, Zara? Bizani be! Heger tu nayê ez diçim Ado: Ez hatim heval, ez hatim 5 deqqa dî ez li wirim Zara: De were zu, ez li vir benda te me Delalno, kurdno malavano Goh bidin birano, mi go goh bidin ciwanno Pey tiştên xerab hûn nekevin hevalno Li welat xwedî derkevin weke Zara û Ado Belê hevalno Heta carekê din Û bi hevîya carekê din Bi xatirê we...
Writer(s): Akdogan Fahri Lyrics powered by www.musixmatch.com
Get up to 2 months free of Apple Music
instagramSharePathic_arrow_out