Lyrics

Mîna masîyê dûr ji behrê Mîna berxê dûr ji kerîyê Ez namînim bê te zerîyê Ez namînim bê te perîyê Were tu, Leylî û Leylanê Dil bi kovanê Ka sonda te kanê? Were tu, Leylî û Leylan î Dil bi kovan î Ka peymana me danî? Derdê te bi tu zimanê Nayê gotin, derd giranê Derdê dilan kes nizane Ya min û te Xwadê zanê Were tu, Leylî û Leylanê Dil bi kovanê Ka sonda te kanê? Were tu, Leylî û Leylan î Dil bi kovan î Ka peymana me danî? Çar gulîyên xwe berde dirêj Dil bû kebab, edî mebirêj Lûqmanê Hekîma min tu yî Ka dermanê min tu bibêj Were tu, Leylî û Leylanê Dil bi kovanê Ka sonda te kanê? Were tu, Leylî û Leylan î Dil bi kovan î Ka sonda me xwarî?
Writer(s): Rêwan Samir Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out