Credits
PERFORMING ARTISTS
Hivron
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Nasrettin İmir
Composer
Renas Jiyan
Songwriter
Lyrics
Ji wê şeva bişewbê
Ji wê şeva bişewbê
Bêhna firikên şewitî
Dihat ji çolê
Ji çolê
Ji çolê
Ji çolê
Çend xarên min winda bûbûn
Li newala waweylê
Waweylê
Waweylê
Çend xarên min winda bûbûn
Li newala waweylê
Waweylê
Waweylê
Ji wê şeva bişewbê
Bêhna firikên şewitî dihat ji çolê
Çend xarên min winda bûbûn
Li newala waweylê
Destmêja te û janê ji hevdu naşikê
Hebhinarkê!...
Min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê
Wê gewriya te dil bide kêrê
Li kerbelayê
Belê delalê
Li çar aliyê çewtiyên min
Diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin
Kulora şahmeran e egala li serê min
Ev kitana çendan e te li xwe şikenandiye
Hebhinarka min
Li çar aliyê çewtiyên min
Diçirûse şûna şûrê şilfîtazî
Yê iskenderê mezin
Yê iskenderê mezin
Kulora şahmeran e
Egala li serê min
Ev kitana çendan e
Te li xwe şikenandiye
Hebhinarka min
Hebhinarka min
Hebhinarka min
Hebhinarka min
Ne sûcê te ye,
Ew mîratê kewan li me nehatin
Li çiyayê Şengalê,
Komek xenzîr
Teyrê tawiz ji xwe re biraştiye
Perîkên wî digirîn li dewsê
Tu hogirî van perîkan
Bûyî hebhinarka delalî
Bi cizbê ketin hêsirên te yên firyali
Li ser goleke mêşinî
Ji bo ku ez bi serê xwe dakim,
Ez ê dojeh bi dojeh li xweliya
Hestiyên te bigerim,
Hebhinarkê
Teşiya bê destara berfê,
Berîvana baranê
Ne sûcê te ye
Ne sûcê te ye
Ew mîratê kewan li me nehatin
Li çiyayê Şengalê,
Komek xenzîr
Teyrê tawiz ji xwe re biraştiye
Perîkên wî digirîn li dewsê
Tu hogirî van perîkan
Hebhinarka min delal
Hebhinarka min delal
Hebhinarka min delal
Hebhinarka min delal
Teşiya bê destara berfê
Teşiya bê destara berfê
Berîvana baranê
Berîvana baranê
Berîvana baranê
Berîvana baranê
Berîvana baranê
Berîvana baranê
Writer(s): Nasrettin Imir, Renas Jiyan
Lyrics powered by www.musixmatch.com