Lyrics

Erê cîranê cîranê Te bê sozê, bê îmanê Ka ew soza li eywanê Erê cîran bextê te me Cîran tê û tê ji Mêrdînê Cohtê memka dihejîne Ew kî kore cîran navê Erê cîran bextê te me Bextê te û yê bavê te me Pişta derî li hêviya te me Rastî bêje te kî divê Erê cîran bextê te me Bejna te ji dara behîvê Şewqa te wek ya heyvê Cerg û dilê min heliyê Erê cîran bextê te me Bextê te û yê diya te me Ev pênç sale li benda te me Cohtê memkê te hewce me Erê cîran bextê te me Erê cîranê cîranê Te bê sozê, bê îmanê Ka ew soza li eywanê Erê cîran bextê te me
Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out