Credits
COMPOSITION & LYRICS
Wêran Wêran
Songwriter
Lyrics
Ez û tu û kenî û girî
Yê di jurekêda riništî
Girî li ber singê mine û
Kenî li ser pêyêt te nivistî
Ew gula di destêt te da
Sitryêt wêyêt destêt min da
Di dile minda di canê minda
Di hizrêt minda di hestêt minda
Mêvanêt me kul û xem û
Êš u derd u azatin
Cîranêt me hîvî u umêd
Ji dengê me bêzarin
Hevalêt me bi nav heval û
Di nax da neyarin
Hewarêt me heyiya min
Bawer ke di bê tewarin
Were di xema gula sur bîn
Di destêt meda nemirît
Kifnê xu yê per per
Bi tilêt me nadirît
Were di xema biškuja bîn
Bi rundika bêhine avdan
Serxweš bîn digel bêhna wa
Ez û tu ji dil û can
Bila bêjin serxwešin
Zarokin û nezan
Miruv rastîyê dizanin
Ji serxwešan an zarokan
Mêhivanêt me, kul u xem u
Êş u derid u azarin
Ciranêt me, hîvî u umêd
Ji dengê me bezarin
Hevalêt me, bi nav heval u
Di nax da neyarin
Hewarêt me heyîya min
Bawer ke di bê tewarin
Writer(s): Weran Weran
Lyrics powered by www.musixmatch.com