Lyrics
Li dilê xwe yê winda
Çavan digerînim
Ser baskên aso
Meytê wî dibînim
Ji temarê rabe dilo
Ez te biçînim
D,şevên bakurde sed mûm û fener
Ji temarê rabe dilo
Ez te biçînim
D,şevên bakurde sed mûm û fener
Dilo dilo dilo dilo
Dilêkî winda ax dilêkî winda
Dilo dilo dilo dilo
Dilêkî winda ax dilêkî winda
Roj li pey rojê li te derbasdibe
Tû li hêvî ya ciwanîyê kaldibe
Roj li pey rojê li te derbasdibe
Tû li hêvî ya ciwanîyê kaldibe
Bendewarî di rehê te de pûçdibe
Tû bûye meyt lo dilo
Û hîna dibêje heger
Bendewarî di rehê te de pûçdibe
Tû bûye meyt lo dilo
Û hîna dibêje heger
Dilo dilo dilo dilo
Dilêkî winda ax dilêkî winda
Dilo dilo dilo dilo
Dilêkî winda ax dilêkî winda
Ji sînga aso dilo derkeve
Li pey leylana xap û zexl nekeve
Ji sînga aso dilo derkeve
Li pey leylana xap û zexl nekeve
Here amûdê kanîya
Mey û hingive
Binoşe hey lo dilo
Temen dibûre bê veger
Here amûdê kanîya
Mey û hingive
Binoşe hey lo dilo
Temen dibûre bê veger
Dilo dilo dilo dilo
Dilêkî winda ax dilêkî winda
Dilo dilo dilo dilo
Dilêkî winda ax dilêkî winda
Writer(s): Lorens Amude
Lyrics powered by www.musixmatch.com